Gelo, Rudaw Çi Dixwaze?..
Gelo, Rudaw Çi Dixwaze?..
Dema weşanê: Hêzîran 26, 2017, 9:28 Dîtin: 553

Hingî ku biryara Giştpirsîya Serxwebûnê hatîye dayîn, ez çapemenîya Kurd bêtir dişopînim. Bi taybetî jî, televizyon û rojnameyên Kurdistan a Başûr…

Çen roje tiştekî bala min dikişîne.

Nûçeyên Rûdawê…

Kî li dijberî serxwebûna Kurdistanê gotinekî bibêje, heger nêzîk be peyamnêrên Rûdawê mîkrofonê didin ber devê wî, dûr be çend rêz jî bi xwe didin ser û wek nûçe diweşînin…

Ez bawerim peyamnêr, ân jî rêvebirên wî kar û barên xwe hîştinê û ji sibê heta êvarê di nav medya cîhanê da şopînêrîyê dikin û li dijberî serxwebûna Kurdistanê gotinekê bibînin, digrin, dixemilînin û diweşînin…

Weke mîsal, manşêta Rûdawê ya îro:

„Serokê berî yê CIAyê: Serxwebûna Kurdistanê zehmet e…“

Dibin sernivîsê da jî çend hevok cîh digrin ku ji wan yek jî ev e:

„David Petraeus di hevpeyvînekê de ji medya Awûstralyayê re ragihand, hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye referandûma serxwebûnê encamp bide. Lê zehmet e ku bikarin serbixwe bin.“

Yên ku Rûdawê dişopînin, ew jî bi hêsanî dibînin ku, her roj nûçeyeke wusa tê da cîh digre ku, ev yek jî bi şert û mercên nûçevanî û rojnamevanîyê tenê nayê îzah kirin.

Rast e, karê rojnamevan yek jî ew e ku, di dinê da çi diqewime, kî çi dibêje, xwendevan û temaşevanên xwe agahdar bike.

Lêbelê divê, hûrbijarîyekî bi pîvan ji hebe…

Ev hûrbijarî di weşana hemû televîzyon û rojnameyên cîhanê da jî hene.

Weke mîsal hemû televizyon û rojnameyên Tirk, di rûyê dinê da kî li dijberî Giştpirsî û Serxwebûna Kurdistanê derkeve, gotinên wî digrin û dikin manşet û sûrmanşet…

Heta di derbarê pirsgireka Kurd da, carcaran mirîyan jî ji gorê radikin û didin axaftinê.

Mixabin, Xwedê jî ji bo Kurdan tiştekî baş û mafdar bibêje, çavê xwe digrin, guhê xwe jî dixitimînin.

Ne Xwedê dibînin, ne jî gotinên wî dibihîsin…

Mirov hûrbijarîya çapemenîya Tirk û Ecem û Ereban, ya di derbarê Kurd û Kurdistanê da fêm dike û bi awayekî mafdar jî dibine.

Jiber ku ew gor siyaset û berjewendîya dewletên xwe tevdigerin û gor wê yekê karê xwe tînin cîh…

Mixabin Rûdaw, gor navê xwe çapemenîyeke Kurd û Kurdistanî ye.

Divê pîvaneke wî jî hebe û gor wê weşanê xwe bike.

Dema ku li weşana Rûdawê dinêrim, bi xwe ji xwe dipirsim û dibêjim: „Gelo Rûdaw hizmeta kê dike!..“

Difikirim Yalçin Kûçik û Îlnûr Cewrik tên bîra min…

Yalçin Kûçik bi salan di nav Kurdan da cîh girt û di çapemenîya Kurdên Bakûr da tewnek ava kir û bi sedan şagirt perwerde kir. Ji bo vê yekê îro jî bi serbilindî dibêje:

„Min ji dewleta xwe ra xizmeteke wusa girîng kir ku, bi saya min, îro bi hezaran Kurd, ne ji bo serxwebûna Kurdistanê, ji bo Tirkîyeke demoqrat canê xwe didin…“

Weke Yalçin Kûçik, Îlnûr Cewrik(!) jî bi salan şewirmendî û rêvebirîya çamepenîya Kurdên Başûr kir û îro jî şêwirmendê Serokkomarê Dewleta Tirk yê herî bilind e…

Ez bawerim wî jî weke Yalçîn, di çapemenîya Başûr da tewnek danîye û şagirt perwerde kirine ku, bêguman ji wan hin kes di Rûdawê da jî he ne.

Ji bilî wan, di Rûdawê da gelek şagirtên Yalçin jî dixebitin ku, di nav salan da ew çiqwas hatine guhartinê û îro ji kê ra xizmetê dikin, tenê ew, yek jî Xwedê dizane…

Wek gotina dawîyê…

Helbet David Petraeus mirovekî teqawut be jî, gotinên wî muhîmin û divê wek peyam were dayîn jî.

Lê ne bi vî awayî…

David Petraeus di hevpeyvîna xwe da berî çend peyvên ku Rûdaw ji xwe ra kirîye sernivîs, çend peyvên din jî dibeje:

„…Mafê kurdan heye, bibin xwedan dewleteke serxbixwe. Lê di vê demê de serxwebûn ne hêsan e…”

Ez bawerim gotinên Petraeus ji alî rojnama Perînçek a bi navê „Aydinlik“ bihata dayîn, wan jî sernivîsa Rûdawê bi kar dianî.

Ferqa Rûdaw û Aydinlikê jî ancax bi sernivîseke wuha va; „Mafê kurdan jî heye, bibin xwedan dewleteke serxwebixwe..“ derdiket holê…

Sernivîs muhîm e.

Ji ber ku naverok agahîyê, sernivîs jî peyamê dide…

Di vê nûçeyê da sernivîsa ku Rûdaw bi kar anîye, tê da peyamek heye ku ew jî bawerîya Kurdan kêm dike û dişikîne…

Bi peyama sernivîsa ku wek alternatîf didim nîşankirinê jî, bawerîya bi serxwebûnê xurt û bihêz dibe…

Ji bo vê yekê, wek kurdekî welatperwer eşkere dipirsim:

Rudaw çi dixwaze û xizmeta kê dike?..

26.06.2017

ikramog[email protected]