Girîngîya 25’ê Îlonê…
Girîngîya 25’ê Îlonê…
Dema weşanê: Hêzîran 19, 2017, 11:23 Dîtin: 536

Ji destpêka sedsala 21’an va bextê Kurdan guherî…

Rê û dirbên ku bi salan li wan hatibûn girtin, yekoyek vebûn.

Ewrên reşên tarî pişkivîn.

Tîrêja rojê ronahîya xwe da çaralîyên Kurdistanê…

Şirêveyên nû derketin pêş û erd û ezman ronahî bûn…

Mixabin Kurdên ji hestên Kurd û Kurdayetîyê dûr, di ronahîya rojê da hê kor, di rê û dirbên vekirî da jî wunda nin.

Ne derdora xwe dibînîn, ne jî ber lingên xwe.

Ne xwe nas dikin, ne jî neyarên xwe.

Ji paşeroj û pêşeroja xwe bêhayîdar, rojane dijîn û rojane tevdigerin.

Wek kavirên gêj, li derdora xwe dizivirin û fizildûmanê radikin.

Kurdekê derkeve serê rêyeka rast, di wê fizildumanê da pêşî lê digrin û rîya wî tarî dikin.

Kurdekê li alîyê rastîyê vegere, ew berê wî li alî çewtîyê vedigerînin.

Dinya alem ji çar alî va piştgirîya Kurdan bike.

Ew, wê piştgirîyê li dijberî Kurdan bi kar tînin.

Tirk û Eecem û Ereb ji xwe ra bira, Kurdên ji xwe dûr, neyar dibînin.

Ji xwe ra dewletê naxwazin, ji bo pêşeroja dewletên dagirker dikujin û tên kuştin…

Ji ziman û çand û hûnera xwe dûr dikevin.

Bi zimanê neyarên xwe dijîn û bi çand û hunera wan va şa dibin, dikenin û digirîn…

Kurdên ku bi ziman û çand û hunera xwe dijîn, wan paşverû îlan dikin û li dijberî wan şerê demoqrasîyê dikin.

Mêjî û daxwazên wan tevlihev…

Kirin û kiryarên wan tarî…

Qasî Erdoxan li dijberî Kurdistaneke serbixwe…

Qasî Rohanî dijwarê yekitîya Kurdistanê ne…

Weke Ebadî Kerkûkê bajarekî Îraqî bi nav dikin…

Weke Esed, Kurdistana Rojava, herêmeke Erebî dibînin…

Hemû qîr û qirêja xwe û rûreşîya xwe bi berûyên sûnî vedişêrin û bi rûyekî pîr û pak derdikevin hizûra Kurdan û bi dengekî bilind dibêjin:

Berpirsîyarên hemû Kurdan em in!..

Bi kirin û kiryarên xwe tevlihev û tarî, kêm an jî zêde di, nav beranberîyekî jî dibinin.

Mixabin nizanin ku, ev beranberîyeke domdar nîne û rewşeke demborîye.

Ev rewşa demborî û xewn û xeyalên xapînok jî, bi nêzîkbûna Kurdistaneke serbixwe va, roj bio roj kin û kêm dibin.

Bi bayê Kurdisaneke serbixwe va berûyên wan dikeve, qîr û qirêj û rûressîya wan derdikeve meydanê.

Sedem vê yekê ye ku, Roja 25’ê Îlonê ji îro da girîngîya xwe nîşan dide.

Li alî ki astengên li ser rîya dewletbûnê ji holê radike, li alîyê din jî rûpak rûreşan ji hev vediqetîne!..

18.06.2017

[email protected]