Ha Selocan û Figenxan, ha Pervînxan û Sezocan…
Ha Selocan û Figenxan, ha Pervînxan û Sezocan…
Dema weşanê: Rêbendan 12, 2018, 11:57 Dîtin: 690

Partîya Demoqrat a Gelan (HDP) duh, roja 11 Sibatê, li Enqerê kongreya xwe ya 3 lidarxist.

Di kongreyê da Sezai Temelli û Pervîn Buldan wek hevserokên partîyê hatin hilbijartin.

Hilbijartina Pervin Buldan tiştekî asayi bû û hevserokatîya wê ji demeke dirêj vir da dihate qalkirin.

Lê hevserokatîya Sezaî Temelli, çend roj berê hatibû rojevê û ji alî gelek endam û alîgirên HDPê yên Kurd va jî dihat rexnekirin.

Loma hilbijartina Sezai Temelli hinek nişkegavî bû ku, bila ew jî li HDPê bixêr û bimbarek be.

Ev pîrozbahîya min ne qilf, ne jî henek e.

Ji dil û can dibêjim.

Jiber ku kî û kê dibin hevserokên HDPê, bila bibin, ji bo min jî, ji bo Kurdan jî ferq nake.

Ne HDP partîyeka Kurd e, ne jî ez endam û alîgirê wê  me.

Jixwe ji navê wê da jî tê fêmkirinê ku ew partîya Gelan e.

Gel jî li Tirkîyê ne kêm in.

Serok û serkêşên Tirk dibêjin, ew ji 72 milet/gelan pêk hatin e.

Ji wan çend milet ya jî gel di nav HDPê da ne, ew jî hevserok û hevrêvebirên HDPê dizanin.

Hevserokê HDPê yê berê Selocan, mirovek jîr û jêhatî bû.

Lêbelê zêde li HDPê nedihat.

Axaftin û nêrînên wî li Gelên Cîhangîrê xweş bihata jî, bi rû û rûçikên xwe, bi bejn û bala xwe hinek Kurdî xuya dikir.

Ew jî ji bo hevserokatîya Partîya Demoqratîka Gelan hinek paşwendi bû.

Lê Sezai Temelli ne wusa ye.

Mirovekî pirrengî ye.

Di nav Gelên Cîhangîrê da mezin bûye.

Di nav çepên Tirkan da kemilî ye.

Di binyata xwe da xuy û xesyetên gelek miletan dihêwirîne.

Bi rû û rûçikên xwe dişibe Fidel Castro.

Bi ray û ramanên xwe dişibe Kemal Ataturk.

Bi bejn û bala xwe dişibe Çerkezan.

Bi rû û porzerîya xwe va Boşnaq…

Bi zimanê xwe va Tirk…

Lê wek Elewîyan negota; “ew jî însan e…“

Ferqa wî û Selocan jî pirrengîya wî ye…

Loma ez dibêjim hevserokatîya HDPê, ji hemû rêvebirên din bêtir li wî tê.

Dibe ku hinek endam û alîgirên HDPê yên Kurd ji van gotinên min biqahirin, heger ku fêm bikin…

Jiber ku ew rast radibin û çep lêdixin…

Her çiqas bixînin jî fêm nakin, lewra Kurdî nizanin.

Ez jî ji hinek Kurdên ku ji bo hevserokatîya Sezai Temelli nerazîbûna xwe nîşan didin, tiştekî fêm nakim.

Bi salane di nav HDPê da ne û dixebitin, lê HDP partiyeka çawa ye û armanca wê çî ye, ew hê jî nizanin…

Di dema aşitî û aramîyê da bi Gelên Cîhangîrê ra dibin bira…

Di dema şer da jî bi serê xwe tenê dimînin û ji Gelên Cîhangîrê ra didin xebera…

Min di destpêkê da jî gotibû, careke din jî dubare dikim û dibêjim, bila hevserokatîya Sezaî Temelli li Partîya Demoqratîka Gelan û li Gelên Cîhangîrê bixêr be.

Ji bo min tu ferq nake, ha Selocan û Figenxan, ha Pervînxan û Sezocan…

Jiber ku Sezocan duh cîgirê hevserok bû, îro jî bûye hevserok...

Tenê nêrînên wî yên di derbarê Kurdan da min eleqeder dike ku, di wî warî da jî min sê sal berê nivîsek nivîsandibû.

Naxwazim li vir careke din dubare bikim û nivîsa xwe bikim çoroz…

Lînka wê nivîsê jî li jêr e.

Kî/kê ku dixwaze, dikare lînkê bitikîne û wê nivîsê jî bixwîne…

***

Tu dibêjî qey ji dola Castro ye!..

http://navkurd.net/2015/10/tu-dibeji-qey-ji-dola-castro-ye/

12.02.2018

[email protected]