Hawara Pîrejina Efrînî û 8ê Adarê…
Hawara Pîrejina Efrînî û 8ê Adarê…
Dema weşanê: Adar 8, 2018, 5:23 Dîtin: 748

Îro roja 8ê Adarê ye.

Roja Jinên cîhanê.

Li seranserê dine roja jinan tê pîrozkirin.

Qala êş û jana jinan tê kirin.

Ji bo mafê jinan axaftinên kûr û dirêj tên kirin.

Mixabin di vê rojê da jî tu kes Pîrejina Kurd, pîrejina ku 48 roj e, ji Efrînê bi hawar û gazî ji xwe ra li starîîye digere, nabîne û bangewazîya wê nabihîze.

Îro 48 roj e, li ser herêma Efrînê agir dibare.

Televizyona Rûdawê her roj ev Pîrejina Kurd weke rûyê şerê Efrînê tîne ser ekranên televîzyonê û hawar û gazîyâ wê dubare dike.

Pîrejina Kurd bi denge xwe yê melûl, bêçaretîye tîne ziman, derd û kulen xwe dilorîne û dibêje:

“Wele kesek tune…
Bi sere Xwedê ez tene me…
Ez di şevreşîyê da me…
Gum û gum û gum û gum, davên, davên û davên…
Dinya xirab dibî…
Milet kesek nema, kesek nema li vir…
Ez jî çûm Cîndirêsê…
Eza belengaz nikarim bisekinim, bes avêtin û avêtin…
Xelk nikare canê xwe xilas bike…
Ezê çi bikim yawrum Xwedê he ye…
Ê min bes Xwedayek min tenê he ye…
Xwedê he ye, kesek min tune ye, Xwedê he ye, Xwedê he ye…”

Wek gotina Pîrejina Kurd îro 48 roj e, bi gumegum agir li ser Kurdan dibare.

Agirê ku ji top û tank û firokeyên dewleta dagirker, dewleta Tirk, tên avêtin, gund û bajarokan wêran dike.

Jin û zarok, kal û pîr tên kuştin.

Yên mayîn, mal û milken xwe li paş xwe dihêlin û derdikevin sere rê û dirban, koçber dibin.

Li starîyek digerin, tu kes starîyê li wan nake.

Bêçare dimînin, xwe davjên ber bextê Xwedê, Xwedê jî li wan starîyê nake.

Jiber ku ew Kurd in…

Sewîyên ometê ne…

Bêxwedî û bêxweda nin.

Milêtê bêdewlet in…

Di nav malbata navneteweyî da bêpar in.

Tu kes wan ji xwe hesab nake û li wan xwedî dernakeve.

Ligel wan dinya bê deng e, kerr û lal e.

Welatên rojava, ew welatên ku xwe wek avakarên medenîyetê dibînin, bi navê demoqrasî û wekhevîyê tevdigerin, guhê xwe girtinê bangewazîya Gelê Kurd nabihîzin.

Çavên xwe girtine, êriş û barbarîya dewleta Tirk ya ku li ser Gelê Kurd tê kirin, nabînin.

Ew bi firotina çek û sîlahên xwe piştgirîya dewleta Tirk dikin û bi çek û sîlahên xwe ra wijdana xwe jî difroşin.

Binpêkirina axa Efrînê, wêrankirina gund û bajaran, kuştina jin û zarokan, kal û pîran, ji bo dewleta Tirk, wek mafê xweparastinê binav dikin.

Mixabin bi argumanên dewleta dagirker tevdigerin û êrişkarîya wê mafdar dibinin.

Tirk û Ereb û Ecem bûne yek, li çarhêlê Kurdistanê, rê û dirb girtine, Gelê Kurd difetisînin.

Ji bo komkujîya kurdan şex û meleyen wan fetwa didin…

Ateist û materyalîstên wan bi teorîyên “modern” rê û rêbazên nû nîşan didin…

Kurdên bêaqil, ji duayen wan ra “amîn” dibêjin…

Kurdên baqil jî ji bo xatirê biratîya gelan dere malen dagirkerên xwe xwe paqij dikin û daw û doza wekhevî û demoqrasîyê didomînin.

Ne li xwe ne jî li gele xwe xwedî derdikevin.

Wek zarokên sêwî, hê bi gotinên pûç û vala li sedemên jihevdûrketîna xwe digerin.

Dinya dengê Pîrejina Kurd nabihîze…

Jiber ku ew Kurd e û bi Kurdî diaxife…

Xuya ye Xwedê jî Kurdî nizane…

Lê Kurd…

Gelo ew jî Kurdî nizanin…

Ew jî hawara Pîrejina Kurd nabihîzin!

08.03.2018

[email protected]