Herkes carek, Kurd du caran dixapin…
Herkes carek, Kurd du caran dixapin…
Dema weşanê: Sermawêz 25, 2017, 5:05 Dîtin: 529

Serokwezîrê kevn yê Irqê Nûrî Malikî ku nuha cîgirê Serokkomarê Iraqê ye, di hevpeyvîna xwe ya di Rûdawê da dibêje; “Em qebûl nakin mafê Kurdan bê xwarin!“

Rûdaw, televîzyona Neçîrvan Barzanî ye, Barzanî jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ye.

Nûnerê wê televîzyônê bi Serokê Partiya Dawe û Cîgirê Serokkomarê Iraqê Nûrî Malikî ra hevpeyvîneke kûr û dirêj kirîye. Hevpeyvîn duh di televîzyonê da bi zindî hate weşandin, îro jî di rojnmê da. Jibo sernivîsa hevpeyvînê xebatkarên rojnamê ev gotina Malîkî bi kar anîbûn:

“Em qebûl nakin mafê Kurdan bê xwarin!“

Kurdên ku nizanibîn û mêjûyê xwe nexwaribin, ewê bêjin ev dostê Kurdan kî ye ku heta nuha kesî dengê wî nebihîstîye…

Bi saya Rudawê ew derketîyê meydanê û daw û doza mafê Kurdan li dewleta Iraqê dike…

Hevpeyvîn kûr û dirêj e…

Nûnerê Rudawê pirsên xwe bi kêf û eşq dipirse, Malîkî dûr û dirêj diaxife.

Malîkî dibêje:

“Nabe em di rojên derbasbûyî de bimînin û helwestên me ji ber rojên derbasbûyî jeng bigrin. Bi taybetî jî tevî ku ji me re xuya bûye ku kêmasiyên wan helwestan hene.  Pirsgirekên di navbera Divê Hewlêr û Bexda li ser bingeha destûrê, dest bi gotûbêjan bikin.”

Malikî li ser referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ya 25ê Îlonê pêk hatibû  disekine û di derbarê referandûmê da jî dibêje:

“Mijara referandumê bi biryara Dadgeha Federalî bi dawî bû, divê em rûpeleke nû vekin. Bi awayekî aşkere ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî daxwaz dikim ku dest bi gotûbêjan bikin û pirsgirêkan li ser bingeha destûrê çareser bikin.

Em ji hikûmetê qebûl nakin ku mafê Kurdan bixwe û ji Herêmê jî qebûl nakin ku mafê pêkhateyên din bixwe.”

Nûnerê Rudawê mafê Malîkî naxwe. Heta ji xwe diçe û şûna pirsê da pesnê Malîkî dide û wuha dibêje:

„We daxuyaniya bidawîbûna şerê DAIŞê da navê Pêşmerge ji bîr nekir. Vê yekê jî li Kurdistanê ji bo cenabê te hevsozî û hêviyek çêkir. Di sala 2010ê de Serok Barzanî di serxistina aştî û aramiya nîştmanî ya Iraqê de rol girt û Mam Celal jî bi berdewamî ev rol dilîst. Hûn ji bo aştî û aramiya Iraqê destpêşxeriyê dikin?“

Malîkî ji bi dil û can guh didê pesindayîna nûnerê Rudawê û dûra axaftina xwe didomîne:

„Ew ne çakiyeke bê beramber bu, ku min di daxuyaniya xwe da behsa Pêşmerge kir. Jiber ku ew di beşa xwe da beşdarî şer bûn, eşîret, Heşda Şeibî, artêş û polîs jî beşdar bûn. Lewma karekî bi wîjdanî ye, ku mirov navê wan hemû hêzan bîne, ku hemûyan li dijî DAIŞê çek rakirin e.“

Di dawîya hevpeyvînê da nûner pirsek kin dipirse û dibêje: „Bi gotineke kurt û kurmancî dikarî ji gelê Kurd re çi bêji?“

Malîkî: „Bi xemgînî û bi dilêşî guhdar dikim ka ji ber debara jiyanê gelê Kurd di nava çi rewşekî giran de ne. Ev yek jî min diêşîne, ku eger ev rewş neyê çareserkirin, ditirsim teşene bike û bifûre. Niha gelê Kurd xwedî azadî, hêvî û xizmetguzariyan e. Eger ev yek çareser nebe, ditirsim gelê Kurd vê derfetê jî ji dest bide. Hêvîdar im serkirdeyên gelê Kurd di wendakirina derfetan de nebin xwedî ezmûn. Derfetekî giranbuha li pêşiya gelê Kurd e û pêwîste serkirdeyên Kurd wê derfetê ji dest nedin û hemû hewldanekî bidin da ku biparêzin da xilas nebe.“

Rêvebirên Partîyên Kurd jî ji nûnerê Rûdawê şûnda namînin.

Ji wan yek jî Ednan Muftî ye.

Endamê Polîtboruya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Ednan Muftî  di derbarê pêşnîyarên Malîkî yên ku di hevpeyvîna xwe ya di Rûdawê da anîye ziman, daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe da dibejê:

“Di siyasetê de dijminatiya herdemî nîne, lê belê berjewendiya hevbeş heye. Em pêşwazî li helwesta wî dikin.”

Mirov dema li rewşa Kurd û neyarên Kurdan dinihêre, bixwe jixwe ra dibêj: „Kurd ya neyarên wan, gelo ji wan kîjan alî neheq e?“

Di ser gotinên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yên di derbarê Malîkî da gotibû salek, di ser biryadayîna referandûma serxebûnê da jî hê şseş meh derbas nebûye.

Gotinên Mesûd Barzanî jî, gotinên Malîkî yên berî û piştî referandûmê hatine jibîrkirin.

Mirov dibeje qey ne Malîkî heta çend sal berê Serowezîrê Iraqê bû, ne Kurd jibo serxwebûnê referandûm lidarxistin, ne jî Kerkûk û Xanekîn û Şengal ji dest çûne…

Halbûkî hê biryara referandûmê nehatibû dayîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, jibo îhtimala serokwezîrtîya Malîkî rasterast gotibû:

„Eger Nûrî Malîkî bibe serokwezîrê Irqê ezê serxwebûna Kurdistanê ragihînim…”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îsal, roja 23ê Çile, di hevpeyvîna xwe ya di rojnameya Erebî ya Şerq el Ewsret da dîyar kiribû ku, eger serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî cardin bibe serokwezîr, ewê serxwebûnê îlan bike.
Barzanî jibo Malîkî wuha gotibû: “Di dema serokwezîrtiya Nûrî Malikî da li Iraqê bi hezaran Iraqî hatin tîrorkirin û belgeyên wan bûyeran jî di destê me de ne. Eger ew ku niha cîgirê serokomarê Iraqê ye, dîsa bibe serokwezîrê Irqê ezê serxwebûna Kurdistanê ragihînim…”

Li alîkî gotinên Barzanî yên ku hê di guhê min da ne guhdarî dikim, li alî kî jî guh didim gotinên Malîkî, ew gotinên wî yên ku piştî referandûmê jibo dorpeçkirina Kurdistanê kiribû…

Dû ra vedigerim îro û li rewşa Kurdan temaşe dikim û bixwe jixwe ra dibêjim:

„Rast e, herkes carekî Kurd jî du caran li ser hev dixapin…“

24.12.2017

[email protected]