Ji qonaxa serxwebûnê ra şêst roj ma…
Ji qonaxa serxwebûnê ra şêst roj ma…
Dema weşanê: Pûşper 24, 2017, 6:37 Dîtin: 541

Ji Giştpirsîya Serxwebûna Kudrsitanê ra şêst roj ma…

Kurd hê şêst parçe ne…

Her parçeyek serîyekî dikişîne…

Hinek dibêjin; „hê dem nehatîye û zû ye..“

Hinek jî dibêjin; „dema dewletê derbas bû ye û dewlet ji kurdan ra ne pêwîst e…“

Heger ku qeza û belayeke nedîtbar neqewime, şêst roj şûnda Kurdistana Başûr dikeve qonaxeke nû.

Qonaxa serxwebûnê…

Ji bo vê yekê Serokê Herêmê Mesûd Barzanî û çend kesên derdora wî bi dil û can dixebitin.

Li hemberî dewletên dagirker bibiryar tevdigerin û daxwaza gelê Kurd bi zimanekî zelal û dîplomatîk li seranserî dinê îlan dikin…

Barzanî û çend kesên derdora wî, şev û roj dixebitin, hinek Kurdên ku li çarnikalên Kurdistanê navê serokatîyê li xwe kirine û xwe giregir dihesibînin, ew jî, tenê diaxifin…

Hinek bi çend peyvên ezber, li ser pişta Barzanîyan bernasîya xwe dikin, hinek jî tenê qala astengên li ber qiştpirsîyê hene, bi zanayî nîşan didin û çavê gel ditirsînin…

Rasterast li dijberî giştpirsîyê dernakevin.

Ger ji pirsgirêkên navxweyî, ger ji helwesta dewletên dagirker hinek bahaneyan derdixin pêş û bi wan bahaneyan niyetên xwe yên qirêj vedişêrin.

Mixabin bi gotinên xwe, wek berdevkên dewletên dagirker diaxifin…

Bi helwestên xwe, ji dagirkeran zêdetir li dijberî Kurdistaneke serbixwe derdikevin.

Bi taybetî hinek Kurdên ji Bakûr en ku mêjîTirk û zimanTirk, sedemê dijbertîya xwe serokatîya Mesûd Barzanî nîşan didin…

Bi zimanê dayika Erdoxan diaxifin û dijîn, hevdîtina Erdoxan û Barzanî ji bo Kurdistaneke serbixwe asteng dibînin…

Bi Kurdî navê dê û bavê xwe nizanin, Kurdayetîya Barzanî rexne dikin…

Xwedê şukir ku Kurdên Başûr hê Tirkî nizanîn û li ev kesên mêjîTirk û zimanTirk guhdarî nakin, hevalbendên wan ên Başûrî jî baş nas dikin û gor daxwaz û gotinên wan tevnagerin.

Sedem vê yekê ew hêz û partîyên Başûrî yên ku astengan derdixin pêş, ew bi xwe jî dizanin ku roja 25ê Îlonê, raya gel bi rêjeyekî mezin „erê“ ye…

Loma rasterast li dijberî giştpirsîyê dernakevin û li bahaneyên pûç û vala digerin…

Goran pirsgirêka parlamentoyê derdixe pêş…

YNK rojekî çep, rojekî rast lê dixe…

Hêro, serîyekî girtîye û ber bi Tehranê, dikişîne…

Ala, bi serê din ber bi Bexdayê…

Ji bo derbasbûna qonaxa serxwebûnê hêvîya hemû kesên kurdperwer yek, hebûn û aramîdarîya Barzanî, yek jî daxwaz Kurdên Başûr e…

Barzanî hêz û quweta xwe û aramîdarîya xwe ji gel digre, gel jî bawerîya xwe bi dilsozî û duristîya wî tîne û piştgirîya biryara wî dike.

Sedem vê yekê ye ku Barzanî li hemberî dijbertîya dewletên dagirker histûyê xwe xwar nake û gava xwe şûnda navêje…

Barzanî, helwest û dijbertîya Tirk û Faris û Erban duh jî dizanîbû, îro jî dizane…

Bi wê zanebûnê biryara xwe daye û gor wê biryarê jî îro bi dil û can dixebite…

Ew daxwaza gelê Kurd dibîne, Kurd jî xireta wî dibînin…

24.07.2017

[email protected]