Kî dibêje Kurdên Bakûr Bêdeng in!
Kî dibêje Kurdên Bakûr Bêdeng in!
Dema weşanê: Rêbendan 24, 2020, 6:45 Dîtin: 441

Duh êvarê, Kurd li seranserê Bakûrê Kurdistanê rabibûn ser pîyan.

Li kûçe û kolanên bajar û bajarokên Kurdistanê…

Li Rihayê, li Agirî, li Amed û Wan û Batmanê…

Dengê mirovan û qorneyên tirimpêlan tevlihev dibû.

Ji şabûnan dikenîyan, diqêrîyan û dimeşîyan.

Di heman demê da erd dihejîya li Rojhilatê Kurdistanê.

Li Urmiyê, li Selmasê û Kela Xoyê.

Lı gundan xanî û avahî hildiweşîyan…

Bi sedan kes birîndar bibûn.

Li du gundên li ser Elbaka Wanê 4 zarok û 5 kesên gihîştî, di bin kavilên xanîyan da mabûn.

Lê tu xema Amedî û Batmanîyan, Agirî û Wanîyan nebû.

Ew di kûçe kolanên bajêr da diqerîyan û dimeşîyan.

Ji dûr va şa dibûn û şabûna xwe li hev pîroz dikirin.

Ne Kurdistan azad bibû…

Ne jî Selocan hatibû berdan.

Li Enqerê kongre ya HDPê hatibû lidarxistin.

Sezaî Temelî dest ji hevserokatîyê berdabû.

Pervîn Buldan û Mîthat Sancar wek Hevserok hatibûn hilbijartin.

Mixabin pîrozbahîya li bajarên Kurdistanê, ne jibo çûyîna Temelî ne jî ji bo hatina Sancar bû.

Serkevtina Galatasarayê ya li hemberî Fenerbahçeyê pîroz dikirin.

Her du tîmên futbolê yên Tirkiyê, Galatasaray û Fenerbahçe li bajarê Stenbolê hatibûn hemberî hev.

Galatasarayê li Kadikoya Stenbolê Fenerbehçe têk biribû…

Lê agir bi qûna Kurdên Bakûr ketibû.

Di tarîya şevê da derketibûn kûçe û kolanan û serkeftina Cîmbomê pîroz dikirin.

Daha çend sal berê Kerkûk ji dest çûbû…

Başûrê Kurdistanê hatibû dorpeçkirin…

Li seranserê dinyayê Kurd rabibûn ser pîyan, li Bakûr kevirek ji cîhê xwe neleqîya bû.

Sûr ji binîva wêran bibû, Amedî sere xwe ji sivdera xwe dirêj nekiribûn.

Ji Efrînê heta Serêkanîyê agir bi mal û milkên Kurdan ketibû, Rihayî rûyê xwe guhartibûn.

Şaredarên bajar û bajarokan yekoyek jikar hatin dûrxistin…

Kurd li dengê xwe xwedî derneketin.

Zana û nezanên Kurd, hemû bi sal û mehan li sedemên bêdengîya Kurdan gerîyan.

Yekî zordestîya Erdoxan nîşan bida, yekî din bi tiştekî din va girê dida.

Ne gotinên nezanan ne jî şîrovên zaneyan rast derket.

Kurd bêdeng nebûn.

Tenê ji derd û kulên xwe ra kerr û lal bûn.

Duh Galatasaray bi ser ket…

Kurd rabûn ser pîyan û erd û ezman hejandin.

Di tarîya şevê da rabibûn ser pîyan…

Ala sor û zer li ba dikirin…

Cimbom… Cimbom…

Diqêrîyan û dimeşîyan…

Ne zordestîya Erdoxan pêşî li wan digirt…

Ne jî sêwîtî û bindestîya wan dihat bîra wan.

24.02.2020

ikramoguz@navkurd.net