Mam Celal...
Mam Celal...
Dema weşanê: Rezber 4, 2017, 5:25 Dîtin: 708

Mam Celal…

Şervanê Azadîyê…

Parêzerê Gelê Kurd…

Roja 3ê Cotmehê, deh roj piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê, xatirê xwe ji gelê Kurd xwest û ber bi dilovanîya xwe çû…

Mam…

Mamê Gelê Kurd…

Bernavkekî bi rûmet û giranbûha…

Bernavkekî mayînde…

Mam Celal jîyana xwe ya 84 salî ji bo gelê Kurd bi kar û xebatên giranbuha û bi rûmet derbas kir û bi paye û bernavên cûda va hate binavkirin.

Lê tu paye û bernavekî wî yê din şûna Mamtîya wî negirt.

Jiber ku ew di rojekî da nebû Mamê Gelê Kurd…

Piştî emrekî dirêj û bi rûmet, bi vî navî hate xelatkirin…

Weke bernavê wî, jîyana wî jî jîyaneke cûda ye.

Di 13 salîya xwe da beşdarî xebata siyasî dibe.

Di 18 salîya xwe da weke endamê Komîteya Navendî ya PDK‚ê (Partîya Demoqrata a Kurdistan) tê hilbijartin.

Di 20 salîya xwe da li zanîngeha Bexdayê dest bi xwendina hiqûqê dike.

Di dema zanîngehê da karê xwe yê sîyasî jî didomîne û ligel hinek hevalên xwe yên xwendekar Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) damezirîne.

Sedem kar û barên xwe yê sîyasî dest ji xwendinê berdide û vedigere Kurdistanê.

Ligel Mele Mistefa Barzanî dest bi şerê çekdarî dike.

Di sala 1963’an da wek serokê delegasyona Kurd diçe Bexdayê û bi hukumeta Abdüşelam Arif re danustandinan dike.

Di sala 1964’an da ji PDK’ê diqete û bi navê Partîya Şoreşgerî ya Kurdistanê partîyek nu damezirîne.

Piştî peymana 11’ê Adarê, sala 1970’yî da bi hevalên xwe ra carek din dîsa vedigere nav refên Partîya Demoqrat a Kurdistanê û bi Mele Mistefa Barzanî ra dixebite. Mixabin ew yekitîya ku di navbera wan da pêk tê, careke din diqete û di sala 1975‚an da Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ava dike…

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî di bin serokatîya Mam Celal da dest bi şerê çekdarîyê dike…

Ji wê demê şûnda PDK û YNKê li dijberî rejîma Baas şerê çekadîyê domandin.

Heta sala 1992an jîyana Mam Celal jî li serê çîyan li sirgunîyê derbas bû.

Piştî komkujîya Helepçê û şerê 1991î Herêma Federal a Kurdistanê hate îlan kirin, bi hilbijartina 1992an ji alî KDP û YNK hukumeteke hevpar hate avakirin.

Piştî şerê Amerîka û Iraqê ya di sala 2003an rejima Baas hilweşîya, Mam Celal û Mesûd Barzanî, her du Serokên Kurd di nav Konseyâ Rêvebirîya Îrâqê da cîh girtin.

Di sala 2005’an da Mam Celal wek Serokkomarê Îraqê hate hilbijartin…

Piştî pênc salan şûnda, di sala 2010an da Mam Celal ji bo Serokkomarîya Îraqê cara duyemîn hate hilbijartin…

Mixabin roja 18.12.2012 krîza mêjî derbas kir…

Ji wê demê vir da girêdayî nivînan jîyana xwe domand.

Duh, roja 3ê Cotmehê, deh roj piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê, xatirê xwe xwest, bêxem çavê xwe girt û koça xwe ya dawî kir…

Gotineke pêşîyan e, dibêjin:

Mêr dimre, mêrxasîya wî dimîne…

Mam Celal jî ruhê xwe ji dest da û mir, lê ew her dem di dilê Gelê Kurd da wek Mam Celal dimîne…

Serê Gelê Kurd sax be!..

04.10.2017

[email protected]