Me wezîrek xwestibû, Xwede du wezîr da…
Me wezîrek xwestibû, Xwede du wezîr da…
Dema weşanê: Sermawêz 17, 2017, 8:31 Dîtin: 569

Beri referandûma serxwebûna Kurdistanê jî, min carcaran navê Qubad Talabanî dibihîst.

Qubad Talabanî, wê demê jî cigirê Nêçîrvan Barzanî bû, îro jî cîgirê wî ye.

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Hukumeta Herêma Kurdistanê ye, Qubad Talabanî jî cigirê serokwezîr e.

Berî referandûmê jî Neçîrvan Barzanî weke serokwezîr pêşwazî li şandeyên fermî dikir.

Derdiket dervayî welat, betir serdana welatên bîyanî dikir û digerîya.

Balafirgehên Kurdistanê vekirîbûn.

Balafirek peya dibû, yek radibû.

Mixabin heta roja 15ê Cotmehê kesî Qubad Talabanî li kêleka Neçîrvan Barzanî nedidît…

Carcaran navê wî weke cîgirê serokwezîr derbas biba jî, di rojname û televizyonan da şikl û şemalê wî xuyanedikir.

Kurdên ji çarnikalên Kurdistanê di wê bawerîyê da bûn ku, piştî referandûmê ewê jî bibin xwedî dewleteke serbixwe…

Wek hemû gelên cîhanê serokek wan jî hebe, li wan xwedî derkeve û biparêze…

Ji bo referandûma 25ê Îlonê xebateke balkêş hate kirin, Kurdên Başûr bi rêjeyeke mezin çûn ser sandoqê û ji bo Kurdistaneke Serbixwe raya xwe nîşan dan.

Piştî referandûmê çavê hemû Kurdan li îlankirna serxwebûnê bû, mixabin roja 15ê Cotmehê bûyerâ radestîkirina Kerkûkê qewimî û Kerkûk û hinek bajarên din ji dest derketin.

Bajarên mayîn jî ji alî Iraqê û herdu dewletên dagirker, Îran û Tirkîyê va hatin dorpeçkirin.

Ji her alî va rê û dirb, li ber Kurdên Başûr xitimîn.

Dema Serokatîya Kek Mesûd Barzanî qedîya.

Hilbijartinên ji bo serokatî û parlamentoyê bi şûnda hatin avêtin.

Mesûd Barzanî dest ji postê serokatîyê berda.

Amerîka û dewletên Europî dorbidor daxuyanî ank u, ew ji Kurdistana bi hêz a di bin serokatîya Neçîrvan Barzanî û Qubad Talabanî ra alîkar in.

Ji wê rojê vir da, Nêçîrvan Barzanî li ku be, Qubad Talabanî jî li wir e.
Mirov dibeje qey ew wek hevalcêwî bi hev ra girêdayî ne…

Kinc û mincên wan wekhev bin jî, Xwedê kirîye ku, bejn û bal û şikl û şmalên wan ji hev cûda ne.

Nêçîrvan bejndirêj, Qubad bejnkin e…

Nêçîrvan kej, Qubad Qemer e…

Nêçîrvan bêsimêl û bêrû, Qubad simêlboq û rûgilover e…

Nêçîrvan li ku be, Qubad jî li wir e…

Di destpêka vê mehê da, Serokê Fransayê Emmaneul Macron li Koşka Elyseeyê pêşwazî li Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kiribû, Qubad jî wek sîya Nêçîrvan li pey Nêçîrvan bû.

Macron destê xwe dida destê Nêçîrvan, Qubad jî bêhemdî destê xwe dirêj dikir.

Macron bi Nêçîrvan ra derdiket hemberî çapemenîyê, Qubad serê xwe di navbera wan ra derdixist…

Îro jî, ji bo serdaneke fermî herduyan berê xwe dan Almanyayê…

Ewê sibê, roja 18ê Berfenbarê jî bi rêvebirên Alman ra hevdîtinan bikin û bi wan ra jî derkevin hemberî çapemenîyê…

Macron ji sîya Nêçîrvan eciz bibe jî, dengê xwe nekir, Merkel wê çi bike, emê sibê bibînin…

Lê ez dema ku herduyan bi hev ra dibînim, bixwe jixwe ra dibêjim, em ew qas jî bêxwedî nînin…

Filozof û Neteweperwerê mezin Ehmedê Xanî  bi gilî gazin gotibû:

„Eger hebûya jibo me padîşahek
Xwedê liyaq bidîya jibo wî kulahek

Em’ê nebûna belengaz û xizan, bindest û binferman
Zorbirî û stûxwarên Tirkan û Eceman“

Di ser van gotinên Xanî da bi sedan sal derbasbûn.

Dîsa jî şukir ji Xwedê ra.

Dewlet neda, mixabin du wezîrên hevalcêwî da…

Ev jî titekî ne hindik e…

17.12.2017

[email protected]