Piştgirîya Kurdan barê Barzanî sivik, serxwebûna Kurdistanê jî nêzîk dike!..
Piştgirîya Kurdan barê Barzanî sivik, serxwebûna Kurdistanê jî nêzîk dike!..
Dema weşanê: Gelawêj 24, 2017, 6:57 Dîtin: 621

Heger ku di cîh da were bikaranîn, teknolojî barê mirovan sivik û jîyana mirovan jî hêsan dike. Îro, piştî taştêya sibê, li ber computera xwe rûniştim ku di derbarê giştpirsîya serxwebûnê da tiştekî binivîsînim.

Bi vekirina computerê va, nivîsa min a salek berê nivîsandibû, facbookê anî û danî ber min.

„Pêvajoya serxwebûnê û barê li ser milê Barzanî…“

Sernivîsa nivîsê bala min kişand.

Min nivîsa xwe careke din xwend û weke bîranîn xwe ya salek berê bi hevalên xwe ra jî parve kir.

Ji sernivîsê jî tê fêhm kirin ku, ez salek berê jî qala pêvajoya serxwebûnê û barê li ser milê Barzanî dikim û li ser rewşa kurdan disekinim.

Di destpêka nivîsê da dibêjim:

“Li kîjan parçeyên Kurdistanê dibe bila bibe, kurdên ku di dilê wan da daxwaza serxebûnê tunebe, ez bi xwe ji kurd û kurdayetîya wan dikevim şikê.

Ew kurdên ku vê daxwazê naynin ziman û li dijberî dewletbûnê derdikevin, ew, di bin tesîra hêz û partîyên ku hevsarê wan di destê dewletên dagikeran da ye, dimînin.”

Piştî hinek mînakan şûnda, li ser rola ku Barzanî dikare bilîze disekinim û nivîsa xwe bi van çend hevokên kin va diqedînim:

“Heger ku di nav mehên pêşî da, referandum çê be, encama wê bi çi awayî dibe bila bibe, barê li ser milê Barzanî ji binî da ranebe jî, sivik dibe.

Lê careke din ev gav şûnda were avêtin, ji bo Kurdistaneke serbixwe, ne bîr dimîne ne jî bawerî…

Îro kilît jî, anaxtar jî di destê Barzanî da ye…

Rast vegerîne derî li Kurdistaneke azad vedibe.

Çep vegerîne, ew derî heta roja qiyametê girtî dimîne.”

Di ser van gotinên min da 335 penc roj derbas bûn.

Du meh û nîv berê, roja 7ê Hezîranê jî di bin serokatîya Barzanî da biryara giştpirsîyê hate girtin û Kurdên Başûr jî sî roj şûn da ji bo serxwebûnê biryara xwe didin.

Di nav salekî da, bi taybetî ji 7ê Hezîranê vir da, helwest û tevgera hêz û partîyên kurd da gelek guhartin çêbûn.

Hinek partî û rêvebirên wan ên salek berê li dijberî serxwebûnê derdiketin, an jî şert û mêrcên wê kêm didîtin, îro ew jî bi dil û can ji bo giştpirsî û serxwebûnê dixebitin.

Kurd, li seranserî dinê di çapemenîyê da, di medya sosyal û di kûçe kolanan da gengeşîya giştpirsîyê dikin û gor ray û ramanên xwe, nêrînên xwe tînin ziman…

Bi awayekî din mirov dikare bibêje, Kurd bi giştpirsîyê ra radibin û bi giştpirsîyê ra radizên…

Weke hemû civakên din, civaka Kurd jî di derbarê giştpirsî û serxwebûnê da pirr rengî û pirr dengîya xwe nîşan dide…

Hinek Kurdên ku li dijberî giştpirsî û serxwebûnê derdikevin, ew bi xwe jî nîyetên xwe vedişêrin û bi bahaneyên pûç û vala dijbertîya xwe dixemilînin…

Ji biryara giştpirsîyê eciz in…

Ji xurtbûna daxwaza serxwebûnê bêhna xwe teng dikin…

Bi helwest û gotinên xwe yên şermok, berê xwe, dû ra jî heger ku hebe, çend kesên derdora xwe dixapînin…

Ji ber ku bi destpêka pêvajoya giştpirsîyê va, Kurd li seranserî dinê şev û roj di derbarê Kurdistaneke serbixwe da difikirin, diaxifin, dinivîsînin û raya û ramanên xwe bi hevra parve dikin.

Di derbarê giştpirsîya serxwebûnê da calakîyên tên li dar xistin û gotinên tên kirin, qasî ku moralê didin kurdên başûr ewqas jî tesîreke girîng li ser kurdên ji dervayî başûr dikin.

Di nav kurdên seranserî dinê da hest û helwestên kurdayetîyê zindî û xurt dibin.

Ev yek jî barê li ser milê Barzanî sivik, Kurdistaneke serbixwe jî ewqas nêzîk dike…

24.08.2017

[email protected]