Serdestîya Kurdan û Bêçaretîya Tirkmenan!..
Serdestîya Kurdan û Bêçaretîya Tirkmenan!..
Dema weşanê: Êlûn 10, 2017, 7:34 Dîtin: 577

Ez jî wek hemû Kurdên li rû dinê, ji 7ê Hezîranê vir da, bi giştpirsîyê ra radibim û bi giştpirsîyê ra radizêm…

Xwendin û nivîsandinên min, sohbetên min ên bi der û cînaran ra, bi dost û heval ra jî li ser giştpirsîyê ne.

Wek serok û rêvebir û endamên hemû partîyên Kurd yên li bakûr, kar û barên xwe yên rojane dane alîkî û bi giştpirsîyê ra mijûl im…

Carcaran ev rewşa xwe rexne jî dikim…

Dû ra bi xwe ji xwe ra; „ma qiyamet radibe, hinek kar û barên minên vala li erdê dimînin jî bila bimînin… Ma ew ji kar û barên hêz û partîyên bakûr girîngtirin…“ dibêjim û sebra xwe bi gotinên xwe tînim.

Carcaran jî gor bîr û bawerîya xwe dua dikim ku, me hê cilqa giştpirsîyê dernexistîye, roja 25ê Îlonê ji zû va were û bixêr derbas be!..

Di pêvajoya giştpirsîyê da carcaran qasî tiştên ku jê eciz dibim, tiştên pê kêfxweş dibim jî gelek in.

Ji wan tiştên ku kêfa min tînin cîh yek jî helwesta partîyên Tirkmen in..

Rojek berê, roja 9ê Îlonê heyşt partîyên Tirkmen, li bajarê Kerkûkê dîyar kirine ku ew beşdarî giştpirsîyê nabin û boykot dikin…

Biryara wan a di derbarê giştpirsîyê da çiqwas biryareke negatîf were xuyakirinê jî, bi rastî, li min xweş hat û ez bi xwendina nûçeya ku Rûdawê weşandibû, kêfxweş bûm.

Ji sedemên kefxweşîya min yek, ev biryara heyşt partîyên Tirkmen biryareke bêtesîr e…

Ya din jî bêçaretîya Tirkmenan nîşan dide…

Ev biryara heyşt partîyên Tirkmen ne ku li seranserî Başûr, li Kerkûkê jî nîşana bêçaretîya Tirk û Tirkmenan e.

Jixwe boykot bi xwe jî ji bêçaretîyê pêk tê…

Ji piştgirîya Tirkmenan bêtir, bêçaretîya wan li min xweş hat û kêfa min anî cîh.

Jiber ku, sedem bêçaretîyê me jî gelek caran li Tirkîyê hilbijartin boykot kirin.

Mixabin ji boykotkirina hilbijartinan ne tiştek kete destê me, ne jî dewleta Tirk tiştekî xwe wunda kir.

Her carê dewleta Tirk serdestîya xwe domand, em jî bi bêçaretîya xwe va di cîhê xwe da man…

Îro em li Bakûrê Kurdistanê bi ser nekevin jî, bi saya birayên xwe yên Başûr, serdestîya Kurdên Başûr û bêçaretîya Tirkmenan bi çavên serê xwe dibînin.

Jiber ku Kurd îro ji bo pêşeroja xwe, ji bo dewleteke serbixwe, ji bo dewleteke bi navê Kurdistanê, bi rîya giştpirsîyê biryara xwe didin, Tirkmen jî sedem bêçaretîya xwe, ji raya giştî dûr disekinin û boykot dikin…

Bi awayekî din, Kurd li Başûr serdestîya xwe ya ku sî sal berê dest pê kiribû, îro bi gaveke dîrokî û fermî dixemilînin, Tirkmenên bi piştgirîya dewleta Tirk tevdigerin, ew jî sedem bêçaretîya xwe bêdeng dimînin…

10.09.2017

[email protected]