Serokatîya Kurdistanê li Nêçîrvan Barzanî pîroz be!
Serokatîya Kurdistanê li Nêçîrvan Barzanî pîroz be!
Dema weşanê: Hêzîran 12, 2019, 2:52 Dîtin: 714

Serokê hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî du roj berê, roja 10ê Hzîranê sonda yasayî xwar û dest bi kar kir.

Di merasîma sondxwarinê da bi sedan mêvanên Kurdistanî, Iraqî û cîhanî amade bûn û ji wan hinekan bi axaftinên xwe pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kirin û ji bo kar û barên wî yên li benda wî ne, piştgirîya xwe nîşan dan.

Nêçîrvan Barzanî bi hilbijartina serokatîya Herêma Kurdistanê ya ji bo çar salan ket bin barekî giran.

Jiber ku Nêçîrvan Barzanî herçiqas wek serokê Herêma Kurdistanê hatibe hilbijartin û sînorê erkdarîya wî Başûrê Kurdistanê be jî, hemû Kurdên li ser her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê dijin, serokatîya wî bi hêvî û daxwazên cûr be cûr dixemilînin û dinirxînin.

Ev yek jî hêvîyên ji serokatîya Nêçîrvan Barzanî zêde, karê wî jî giran dike.

Kurdên Başûrî û Bakûri, Kurdên Rojavayî û Rojhilatî, Kurdên li seranserî dinyayê belav bûne û li derveyî Kurdistanê dijîn, her yek bi rengekî li serokatîya Nêçîrvan Barzanî dinêrin û hêvî û daxwazên bêsînor ji Nêçîrvan Barzanî dikin.

Di hêvî û daxwazên xwe da yên herî realîst dîsa Kurdên Başûrî ne ku, ev di şert û mercên îroyîn da aşîtî û aramîya herême û çareserkirina pirsgirekên ku di navbera Hewlêr û Bexdayê da cîh digrin, derdixin pêş.

Yên ku zêde difirin beşek ji Kurdên Bakûrî ne ku, ew ji îro da li ser navê Nêçîrvan Barzanî serxwebûna Başûr îlan dikin û xewn û xeyalên xwe yên jixwe dûr dixemilînin.  

Nêçîrvan Barzanî wê di dema serokatîya xwe da ji van hêvî û daxwazên jihev cûda çiqasî bikaribe bîne cîh, ji îro da mirov nikare tiştekî bibêje.

Lê qasî ku ji axaftinên di merasima sondxwarînê da hatine kirin, tê xuyakirin ku, jibo serxebûna Başûr demsal hê zivistan e û hatina biharê jî ne tenê girêdayî daxwaz û helwesta Kurdan e.

Ez bixwe di vê bawerîyê da me ku, di rojeva serokatîya herêmê û hukumeta ku di demeke nêzîk da saz bibe da, serxwebûna Başûrê Kurdistanê wek armanceke nêzîk cîh nagre.  

Gor şert û mercên îroyîn û axaftina alîyên Kurd ên ku di merasima sondxwarina serokatîyê da hatine kirin, mirov dikare bibêje, du armancên sereke li pêşîya serokatî û hukumeta herêmê ne.

Ji wan yek, kar û xebatên jibo yekrêzîya hemû alîyên Kurd in ku, yekbûna hêzên Pêşmerge di vî warî da cîhekî girîng digre.

Yek jî, çareserkirina pirsgireka Kerkûk û heremên Kurd yên ji derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye.

Heger Nêçîrvan Barzanî di dema serokatîya xwe da pirsgirêka Kerkûkê û deverên niqaş çareser, hukumet jî ji hêzên Peşmergê yên girêdayî partîyan artêşeke milî saz bike, wê serxwebûna Kurdistanê gavek daha nêzik bîbe.

Bingeh û hevparîya axaftina Serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih ya di van herdu xalan da jî vê yekê piştrast dike.

Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe da dibêje;
“Serokatiya Herêma Kurdistanê dê bibe banê yekrêzî û komkirina hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê û pêkhateyên etnîkî û olî yên hemû bîr û baweriyên çiyawaz.  

(…) Emê di qonaxên bê de hemû hewlên xwe bidin ku ji hemû aliyan va Pêşmerge were rêkxistin û were bihêzkirin û weke beşek ji sîstema berevaniya Iraqê, maf û heqên xwe yên destûrî bi dest bixe. Em spasiya hevpeymanan dikin ku ji bo vê mebestê alîkar û piştevan in.

(…) Herêma Kurdistanê weke herêmeke federal a destûrî ya Iraqê, îsbat kiriye ku beşeke diyar û bi bandor a navçeyê û çivaka navdewletî ye û rola wê ya berçav di parastina seqamgîrî û hevsengiya aborî û siyasî li navçeyê heye.”

Serokomarê Iraqê Berhem Salih di axaftina xwe da piştgirîyê dide van gotinên Nêçîrvan Barzanî û dibêje:

„Em li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bi boneya destbikarkirina Serokê nû yê Herêma Kurdistanê çiviyane. Ev boneyeke dîrokî û giring e. Tevî amajeyên siyasî, em hêvîdar in ev jibo Kurdistan û Iraqê bibe destpêka qonaxeke nû ya pêşketin û aştî û avakirinê.”

 Wek Berhem Salih Serokê Kurdistanê yê berê Mesûd Barzanî jî di axaftina xwe da ji bo Serokê nû piştevanîya xwe nîşan dide û dibêje;

“Ji niha pêda pêvajoya avakirina kabineya nû dest pê dike. Ez bi hemû şiyana xwe piştgiriya Nêçîrvan Barzanî dikim.
(…) Pirsgirekên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê da, bi taybetî pirsgirekên li deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê roj bi roj kûrtir dibin û dibin çihê metirsiyê. Pêwîst e, bi hikmet û têgihîştinê û hemahengiya di nav hemû pêkhateyên Iraqê li gor destûrê hemû pirsgirêk bêne çareserkirin.”

Bêguman hêvî û daxwazên jibo Kurdistaneke azad û serbixwe ne xirab in. Lêbelê heger ku mirov realîta ku têda dijî nede berçav, ew hêvî û daxwazên ku xewn û xeyalên me dixemilînin, demeke şûnda weke kabûs li me vedigerin û jîyanê li me diherimînin…

Wek gotina dawîyê, Serokê yekemîn Mesûd Barzanî bi referandûmê projeya serxwebûnê çêkir û Kurdên Başûrî jî ew proje pejirandin.

Nêçîrvan Barzanî jî ji hêzên Peşmerge artêşeke milî saz bike û Kerkûk û deverên din vegerine ser Herêma Kurdistanê, wê gavê avêtina hîmê serxwebûnê jî diqede. Tenê gavek dimîne ku, jibo wê jî Kurdan negota; „Xwedê kerim e!“

Bi vê mebestê, ez jibo destbikarkirina serokatîya Herêma Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî pîroz dikim û di herdu karên wî yên sereke da serkeftinê dixwazim.

12.06.2019

ikramoguz@navkurd.eu