Teqîna Qamişlo û Birîna Kurdan
Teqîna Qamişlo û Birîna Kurdan
Dema weşanê: Pûşper 28, 2016, 1:53 Dîtin: 508

qamisloRoja 27’ê Tîrmehê, serê sibê , li Kurdistan’a Rojava, li bajarê Qamişlo 2 teqînên bihêz pêk hatin. Di encama herdu teqînan da 50 Kurd şehîd ketin, 175 Kurd jî birîndar bûn. Xanî û awahîyên ku li Taxa Xerbî li ser xwe mabûn, ji binîva hatin xwarê.

Weke hercarê, dinya kerr û lal, cînarên Kurdan, cînarên ku bi Kurdan ra hemol bêdeng in. Li xwîna Kurdan dinêrin û ji dûr va li kambaxîya wan temaşe dikin.

Ji ber ku kujer kî dibe bila bibe, qurban Kurd in, bêxwedî û bêxwedan in.

Hêsîr û belengaz…

Kesên bêdewlet û xwînerzan in.

Dema ku li devereke dinê teqe-reqeke biqewime û pozê kesekî xwîn bibe, dinya radibe ser pîyan.

Rêvebirên hemû dewletan, rêvebirên ku xwe li seranserî dinê berpirsîyar dibinin, bişatafat derdikevin ber kamerayên televîzyonan û wê bûyerê şermezar dikin, îro kerr û lal in.

Oldar û demoqratên daw û doza biratîya yekalî li Kurdan dikin, îro kor û bêdeng in.

Gazî û hawara Kurdan nabihîsin, xwîna Kurdan, ew xwîna ku bi salane wek ava çeman diherike, nabînin.

Kurd jî di vî dinya bêdad da li derdora xwe dinêrin, bi çavên neyarên xwe, li hev dinêrin.

Sedem cûdayetîyên piçûk, bi hev ra neyartîyê dikin, li ser binketîyên hev, li pêşeroja xwe digerin.

Rojhilat ji Rojava, Başûr ji Bakûr dûr ketîye…

Bakûr li Başûr, Rojava jî li Rojhilat nanêrê…

Ji bilî nav û qedera reş, di navbera Kurdan da tu şirîktayîyek nema ye.

Kurdek li ala xwe xwedî derkeve, yekî din alekî din derdixe pêş.

Yek daw û doza serxwebûnê bike, yekî din bi navê biratîya gelan û hemolî wê daxwazê şermezar dike.

Yek bi Kurdî biaxife, yekî din bi Tirkî, bi Erebî an jî bi Farisî diaxife.

Ne yek yekî fêm dike, ne jî yek êşa yekî dihishisîne…

Axa çar perçe ye, mêjû parçewesle ye…

Kurd qedr û qîmetê nede birayê xwe û li êşa wî xwedî dernekeve, ne ji cînar û hevalbendên xwe, ne jî ji gel û rêvebirên wan rûmetê dibîne.

Qedr û qîmet jî bi şirîktayîya berjewendîyên netewî va girêdayî ye.

Kurd heta ku nebin milet û xwedî dewlet, ne xwîna wan disekine, ne jî êş û birînên wan baş dibe…

Ji ber ku birîn kûr e, îro li Qamişlo, sibê li derekî din radigre…

Derman, dibin ala netewî da yek milet û yek dewletbûn e!

28.07.2016

[email protected]