Makale

Serokatî di rojên teng da kifş dibe!

İkram Oguz 736 Okunma

Serokatî di rojên teng da kifş dibe!

 

 

Kerkûk ji destê Kurdan derket.

Ji alî Kurdan va hate radestîkirin.

Ev yek tiştekî rast û zelal e.

Tiştên ku hê zelal nebûne, ya jî hin pirsên ku hê bersiva wan nehatine dayîn jî  he ne, ku ji bo zelabûna wan jî sebr û dem pêwîst e.

Mixabin, sedem çi dibe bila bibe, Kurdên ku bi hestên kurdayetîyê tevdigerin û dijîn, bi jidestçûyîna Kerkûkê va xemgîn in.

Ji ber ku Kerkûk dilê Kurdistanê ye.

Dilê Kurdan diêşîne.

Di pêvajoya referandûma serxwebûnê da Kurd şa dibûn û şahî li dar dixistin.

Îro neyar şa dibîn û şahîyan li dar dixin.

Hin xulam û xizmetkarên wan jî, ji wan şûnda namînin û bêtir şa dibîn.

Neyar ji der va, ew jî ji hûndur va, weke gurên har ketine kemînê û li firsendê digerin.

„Gelo kîngê Barzanî têk biçe û êz li ser textê wî rûnêm…“ dibêjin û şotika xwe dadilêsin.

Kurd, qasî jidestçûyîna Kerkûkê, ewqas jî ji helwesta xiyanetî û dubendîtîyê xemgîn in.

Serok Mesûd Barzanî jî xemgîn e.

Çiqas di daxûyanîya xwe da zelal bi nav neke, ew jî ji rewşa Kerkûkê betir, ji helwesta hin kesan ku xulam û xizmetkarîya neyaran dikin, xemgîne.

Di daxuyanîya xwe da bi awayekî sergirtî, ixanetê nîşan dide û wek dermanê we jî yekitî û yekrêzîyê dibîne û derdixe pêş.

Wuha dibêje:

„Tişta ku li Kerkûkê rû da, di encama biryara yekalî ya çend kesên ser bi aliyekê siyasî yê Kurdistanê li gel aliyê Iraqî bû…

Gelê Kurdistanê bi îrade û hewla hêz û xortên xwe yên qehreman, zû yan dereng dê her bigihîje armancên xwe yên rewa û pîroz, îro roja bawerbûna me bi hêz û yekrêziya gelê xwe ye…”

Bi van çend hevokên ku di daxûyanîya xwe da nîşan dide, Serok Barzanî bal dikişîne ser du tiştan .

Ya yek, rasterast û zelal bi nav neke jî, îxanet ê…

Ya din jî, bawerîya bi yekrêzî û armanca gelê Kurd e…

Bêguman birîna Kerkûkê kûr e, lêbelê birîneke vekirîye.

Birîna îxanetê birîneke girtî û navxweyî ye.

Em birîna vekirî dibînin û pê diêşin.

Eşa Barzanî jî ji birîna navxweyî ye…

Ez di vê bawerîyê da me ku, Barzanî bi rola serokatîya xwe, bi qafikê birîn navxweyî nelîst û ew nekoland.

Neket dafikê.

Dek û dolabên neyaran û xulam û xizmetkarên wan pûç kir.

Bedelê vê yekê jî bi radestîkirina Kerkûkê va da.

Lêbelê Kerkûk û Kurdistan nefirot…

Gavek şûnda avêt.

Jiber ku hê her tişt neqedîya ye û qedera Kurdistanê û Kerkûkê nehatîye birrîn.

Gotineke pêşîyan e.

Dibêjin:

„Mêr û mêrxasî di rojên teng da kifş dibin!..“

Serokatî jî wusa ye.

Serokatî, mêr û mêxasîyeke navdewletî ye.

Mesûd Barzanî heta roja îro bi caran di rojên teng da derbas bû û neket dafikên neyaran.

Gelê Kurd ji sedem wê yekê, wi wek serokê xwe bi nav kir û dinya alem jî wî wek serokaên Kurdan dit û îro jî dibîne.

Çiqas dilê me teng bibe û em xemgîn bibin jî, Barzanî bi biryara vekişandina ji Kerkûkê, ne gor dilê xwe, gor şert û mercên serokatîya tevgerîya.

Wek Serokê Gelê Kurd, careke din ji şerê birakujîyê dûr sekinî û li ser sonda xwe sekinî.

Bi vê biryarê xewa Serok Barzanî jî revîya, lêbelê dawî li xewna wî nehat…

18.10.2017

[email protected]

Yorum